Li Metînayê êrîşa bi balafirên şer
Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayê Metîna yê li bajarê Amediye yê Başûrê Kurdistanê barandin.
Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayê Metîna yê li bajarê Amediye yê Başûrê Kurdistanê barandin.
Çavkaniyên herêmî ji ANF'ê re ragihandin ku çiyayê Metîna yê li nêzî bajarê Amediye yê Başûrê Kurdistanê saet di navbera 11:30-12:30 de hatiye bombekirin.
Hat ragihandin, êrîşa bi balafirên şer li derdora gundê Bazê hatiye kirin.
Li ser encamên vê êrîşê agahiyeke berfireh bi dest neket.
Tê gotin balafirên keşfê li ser herêmê digerin.