Li Mêrdînê roja 8’an: Li dijî gel sûc kirin

Parlementerên HDP’ê di roja 8’an de desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê protesto dikin. Hêzên dewletê dor li wekîlan girt û rojnameger asteng kirin.

Di 19’ê Tebaxê de şaredariyên bajarê mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê hatibûn desteserkirin. Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 8’an de didome.

Serê sibê parlamenter û rêveberên HDP’ê li Parka Karayollarî ya li navenda bajêr li hev civiyan.

Polîsan wekî rojên berê nehiştin rojnameger dîmenan qeyd bikin û ew ji qadê dûr xistin. Polîsan dor li HDP’yiyan girt û destûr nadin welatî û rojnameger nêzî qadê bibin.

Polîsan tevî qerta zer a rojnamegeran jî astengî derxist û bi zorê rojnameger ji qadû dûrxistin. Parlamenterên HDP’ê nerazîbûn nîşanî astengiya li dijî rojnamegeran da û di navbera polîs û HDP’yiyan de rageşî çêbû.

Parlamenterên HDP’ê astengkirina rojnameger û daxuyaniya çapemeniyê li ser hesabê xwe yên tevna civakî bi zindî parve kirin. Di dîmenan de xuya dike ku polîs rojnamgeran asteng dikin.

Parlamenter û rêveberên HDP’ê piştre meşiyan û dirûşmeya “Em qeyûm nas nakin, em serî natewînin” berz kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Entalya Kemal Bulbul daxuyanî da û ragihand ku Ahmet Turk û Fîgen Altindag ku li cihê wan qeyûm hate tayîn kirin weke hevserokên rewa dibînin û heqê wan ji aliyê hikûmetê ve hate desteserkirin.

Bulbul wiha domand; “Tu li dijî mirovahiyê sûc dikî. Li dijî gelê Mêrdinê sûc dikin. Dibe îro neyê darizandin lê ji ber vê helwestê wê werî darizandin. Ji ber ku ev sûceke li dijî demokrasiyê ye. Vêya ne gelê Kurd û ne jî parazvanên demokrasiyê ew ê efû bike.”

Piştî daxuyaniyê parlamenter û rêveberên HDP’ê ber bi avahiya partiyê ve meşiyan.