Li Mêrdînê dema destgîrkirina 10 kesan hate dirêjkirin

Polîsên Tirk li Mêrdînê, dema destgîrkirina 10 kesên ku 20’ê Adarê di serdegirtinên malan de hatîn destgîrkirin, bi kêfî dirêj kirin.

Roja 20’ê Adarê 16 kes bi hinceta parvekirinên li ser tevnên dijîtal û 10 kes jî bi hinceta kar Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibûn destgîrkirin.

Yên ji ber parvekirinên tevnên dijîtal hatin destgîrkirin berdan, 10 kesên din jî birin Edliyeya Mêrdînê dema destgîrkirina wan dirêj kirin û dîsa birin Midûryeta Emniyetê ya Bajêr.

Kesên ku dema destgîrkirina wan hatî dirêjkirin evin: Rêveberê Rêxistina Bajêr ê HDP’ê Ahmet Eken, Abdulvahap Sirdaşî Nûnerê Odeya Endezyaran a Kadastro û Nexşeyê ya TMMOB a Mêrdînê Abdulvahap Irmak, Mehmet Selîm Aydogdû, Nivîskarê Kurd Adil Başaran, Bahram Atalan ê Êzidî, Firat Kuçukaslan ê Suryanî, Emîra Er, Cîhan Arslan û Fehmî Kiliç.