Li malbata Jîna Emînî derketina derve hat qedexekirin

Dewleta Îranê, malbata Jîna Emînî ya ku ji bo wergirtina xelata Sakharovê diçû Fransayê li balafirgeha Tehranê asteng kir.

Derketina derveyî Îranê li malbata Jîna Emînî ya ku li paytexta Îranê Tehranê bi hinceta serê xwe negirtibû û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû, hat qedexekirin.

Li gor nûçeya malpera ÎranWîre, malbata Emînî ji bo beşdarî merasîma 8’ê Kanûnê ya xelata Sakharovê ya ku her sal li Fransayê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê (PE) di warê mafên mirovan de tê dayîn, bibe çû balafirgeha Îmam Xumeynî, lê rayedarên balafirgehê nehiştin ku malbata Emînî li balafirê siwar bibin. Li gorî çavkaniyên ku ji malpera nûçeyan re axivîn, rayedaran dest danîne ser pasaportên malbatê û ji wan re gotine ku "destûra wan a derketina derve nîne."

XELATA SAKHAROV DAN JÎNA EMÎNÎ

Seroka PE’yê Roberta Metsola diyar kir ku di dema Civîna Giştî ya PE’yê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dikir de xelat dan Jîna Emînî û Tevgera "Jin Jiyan Azadî" ya Îranê. Metsola got, “Ev bûyer bi pêşengiya jinan tevgereke dîrokî derxist holê.  Dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ji bo her kesên ku li Îranê wekhevî, rûmet û azadiyê diparêzin bûye qîrînek.”