Li Licê ji 10 keyayan 6 jê vegeriyan ser karê xwe

Li Licê ya Amedê ji 10 keyayên ku qeymeqam ew ji kar standibûn 6 jê vegeriyan ser karê xwe.

Li navçeya Licê ya Amedê, qeymeqam 10 keya ji peywirê girtibûn. Lê belê ji van keyayan 6 jî vegeriyan ser karê xwe. 

Li Licê ya Amedê, qeymeqamê navçeyê 10 keyayên di hilbijartina 31'ê Adarê de hatibûn hilbijartin ji peywirê girtibûn û der barê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna der barê keyayan de bi dawî bû. Dozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna bi tawanbariya "pêwendiya wan bi rêxistinê re heye" de der barê 6 keyayan de biryara neşopandinê girt. Piştî vê biryarê her 6 keya vegeriyan ser karê xwe. 
 
Keyayên vegeriyan ser karê xwe ev in: Fikri Ertaş, Hanifi Gulen, Çetin Dirin, Aziz Dogan, Mekin Yalçın û Sevat Polat. 
 
Keyayên lêpirsîna der barê wan de didome jî ev in: Keyayê Barava Bahri Narin, Keyayê Heşeredere Mahfuz Mayda, Keyayê Kervasê Abdulcebbar Çelik,  Keyayê Firdevsê Vayez Altintop.