Li Licê 3 gundiyên birîndar bibûn hatin girtin

3 gundiyên ku li gundê Mişrifa a navçeya Licê dema vegera ji nav baxçe, di encama operasyona li ser gund hate kirin de ji aliyê leşekerên Tirk ve hate birîndarkirin û ji aliyê Waltiya Amedê ve weke “hevkar” û “terorîst” hatin binavkirin hatin girtin.

Gundiyên bi navê Celal Yildirim (58), Munîr Serîn û Bedran Yildirim ên 3 Îlonê di encama operasyona bi helîkopteran a li gundê Mişrif a navçeya Licê ya Amedê birîndar bibûn û hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Amedê û şûde sewqî Edliyeya Amedê hatibû kirin. Gundiyên ku îfadeya wan li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin bi îdîaya “Endamên rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya ceza a sulh a nobedar hatin kirin. Piştî îfadeya gundiyan a dozgeriyê bi îdîaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin.

ÇI BIBÛ?

3’yê Îlonê li gundê Mişrif a girêdayî navçeya Licê ya Amedê saetên şevê di serdegitina helîkopterên de gerîlayekî yê HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Munîr Serîn ê dema ji baxçe divegeriya, di encama gulereşandina leşkeran ji lingê xwe, Celal Yildirim ê 58 salî ku bavê 13 zarokan e ji rûyê xwe û lingê xwe birîndar bibû û kurê wî Bedran Yildirim jî hatibû binçavkirin. Gundiyên birîndar ji aliyê leşkeran ve bi giranî hatibû derbkirin û êşkencekirin, xizmên birîndara ên ku xwestin ku mudaxele bikin ji, leşkeran heqaret li wan kiribûn. Bi bihîstina bûyerê re birîndarên ku bi saetan hatibûn ragirtin rakiribûn nexweşxaneyê bê ku bên dermankirin hatibûn binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Amedê. Li gorî daxuyaniya parlemeterên HDP’ê yên ku çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin jî diyar kirin ku kesên ku leşkeran gule li wan reşandin gundiyên ku ji nav baxçeyên xwe vedigeriyane û wiha hate gotin: “Weke ku bi fermana Suleyman Soylû li gundên Kurdan tebdîqata leşkerî tên kirin. Di vê bûyera em dibêjin ‘tebdîqata zindî’ de gule li sivîlan hatine reşandin, navê vê sûcê şer e.” Walîtiya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek dabû û ji bo gundiyên birîndar îfadeya “Hevkar” û “Terorîs” bikar anîbû.