Li Lêlîkanê derbên xurt li dagirkeran tê dayîn: 15 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk a li Girê Lêlîkanê bi cih bûyîn de, 15 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Gerîlayên HPG/YJA Star îro saet 10.00’an de li hemberî leşkerên artêş Tirk ên ku li ser Girê Lêlkan ê Başûrê Kurdistanê bicih bibûn, ji 8 baskan ve çalakiyek mezin lidar xistibû. Di çalakiyê de herî kêm 15 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Dîsa artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi rêya cerdevanan ji qadê rakirine.

Piştî çalakiyê balafirên şer ên artêşa Tirk jî nuqteyên nêzî leşkerên li ser Girê Lêlkan 4 caran bombebaran kirin.

Çavkaniyên li herêmê ku bûn şahidên çalakî û bombebaranê ragihandin ku artêşa Tirk piştî çalakiyê bi alîkariya cerdevanan cenazeyên xwe ji herêmê birine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku qasî wan dîtiye, 15 cenazeyên leşkeran û 7 leşkerên birîndar ji herêmê rakirine.

Têkildarî mijarê HPG’ê heta niha ti daxuyanî nedaye.