Balafirên şer ên Tirk li leşkerên xwe dan

Balafirên şer ên Tirk îro piştî çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Girê Lêlîkanê herêm bomberdûman kir. Hate ragihandin ku leşkerên dagirker gelekî nêzî cihê bomberdûmanê ne.

Gerîlayên HPG û YJA Starê îro saet di 10.00’an de li Girê Lêlîkanê ji 8 aliyan ve li leşkerên Tirk ên dagirker dabû.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, gerîlayan ji 6 aliyan ve bi çekên ferdî, otomatîk û karnasê derbên giran li leşkerên Tirk dane.

Hate ragihandin ku gerîlayan ji 2 aliyan ve jî bi çekên giran li çeperên artêşa Tirk dane.

Piştî çalakiyê saet di 13.10’an de balefirên şer ên Tirk Girê Lêlîkanê bomberdûman kir. Saloxvanên ji herêmê diyar kirin ku balefirên şer 4 caran Girê Lêlîkanê bomberdûman kirine û qada ku hatiye bomberdûmankirin gelekî nêzî cihê leşkerên dagirker e.