Li Lêlîkanê çalakiya mezin: Gerîla ji 8 aliyan ve li leşkeran dan

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji 8 aliyan ve li artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Lêlîkanê ye xistin. Tê gotin, di vê çalakiya mezin de derbên giran li leşkerên Tirk hatine xistin.

Dewleta Tirk li pey wê yekê ye ku bi rêya artêşa xwe, dagirkeriya xwe ya li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê mayinde bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi çalakiyên xurt û bi tesîr nahêlin bêhn bê ber leşkerên Tirk.

Çalakiyên gerîla yên li dijî hêzên dagirker bi taybetî li girê Lêlîkanê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG û YJA Starê, îro saet 10'an li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlîkanê ji 8 aliyan ve çalakiyeke mezin kirin.

Çavkaniyan ragihandin ku gerîla di çalakiyê de ji 6 aliyan ve bi çekên ferdî, nîv otomatîk û karnasê derbên giran li leşkerên Tirk xistin.

Hêzên gerîla her wiha ji 2 baskan ve jî bi çekên giran li çeperên leşkerên Tirk dan.

Li ser hejmara leşkerên Tirk ên mirî û birîndar agahiyeke zelal bi dest neket. Tê payin ku HPG li ser çalakiyê di nava rojê de daxuyaniyekê bide.