Li Kirmaşanê bi pîleya 5,2 erd hejiya
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,2 erd hejiya.
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,2 erd hejiya.
Hate ragihandin ku erdhej 22 kîlometreyan li başûrê bajarê Sûmarê û 10 kîlometreyan di binê erdê de pêk hatiye.
Waliyê Kirmaşanê Hûşeng Bazvand daxuyanî da televîzyonê û got ku “Heta tiştek bi kesî nehatiye." Piştî lehiyê, erdhejê jî xisareke zêde da gel.
Li heman herêmê di Mijdara 2017’an de bi pîleya 7,3 erd hejiyabû û herî kêm 620 kes miribûn û 12 hezar kes jî birîndar bûbûn.