Li Kerkûkê teqîn: 2 kes mirin

Li du cihên Kerkûkê, ji ber teqînan 2 polîs mirin 4 kes jî birîndar bûn.

Li nêzî gundê El-Nesîfê ku bi 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê Kerkûkê ye, dema wesayiteke polîsan di rê de derbas bû teqînek bû. Ji ber teqînê 2 kes mirin.

Cenazeyên polîsên jiyana xwe ji dest dan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Kerkûkê.

Wekî din, li cihekî nêzî Navenda Qereqola Polîsan a Marî ya li navçeya Dibiz a Kerkûkê, pîkapek teqiya û 4 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Kerkûkê.

Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir. Heta niha kesî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.