Li Kerkûkê li ser çanda Suryanî semînerek hat lidarxistin

Li Kerkûkê bi armanca nasandina çanda pêkhateya Suryanî bi dirûşmeya “Çand û mîrateya şaristaniya Suryanî” semînarek hat lidarxistin.

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi armanca nasandana çand û mîrateya şaristaniya Suryanî semînarek hat lidarxistin. Semîner, li pirtûkxaneya Karêz a bajêr bi tevlêbûna nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê hat lidarxistin. Semîner ji aliyê Nivîskar û Rewşenbîrê Suryan Mamoste Mûş Pols ku di mijara wêje û nivîsînê de wek kesayetiyekî navdar ê Suryanî tê naskirin ve hat pêşkêşkirin.

Pols, têkildarê pêkhateyên li bajarê Kerkûkê nirxandin kirin û got: “Xwîna min tev li xwîna pêkhateyên bajêr bûye û serdemekê cîranên min ên ji her çar neteweyên Kerkûkê hebûn û tu cudahiyek di navbera me de nebû û em tev li hemû merasîmên hevdû dibûn. Li gel ku min bi şeş zimanan jî dizanî, hemû pêkhateyên bajêr her çar ziman dizanîn, lê mixabin rejîma Baasê bi plan hewil da ku jiyana bi hev re ya pêkhateyên li bajêr têk bibe û cihêkariyê çêbike.”

Polsê Suryanî, bal kişand li ser neçarkirina koçberiya Xirîstiyenên li bajêr û wiha pê de çû: “Di serdema rejîma Baasê de ji bo Suryanan dibistanek çêkirin û heman salê asta duyemîn bi dest anî. Rejîma Baas ew serketin qebûl nekir û biryara girtina dibistanê da û navê wê guhert. Piştre pêkhateyên din ên bajêr tev li wê dibistanê kir da ku hebûna Suryanan lewaz bikin û nehêlin. Demekê hin tax hebûn ku ji sedî 90’ê wan Xirîstiyan bûn, lê piştî şerê Îran-Iraqê Xirîstiyanan hebûna xwe di bin metirsiyê de dît, lewre dest bi koçberiyê kir û niha serjimara wan pir kêm bûye.”

Di dewama axaftina xwe de Mûş Pols îşaret bi kêmbûna hejmara Xirîstiyanan li Iraqê kir û bi xemgînî got: “Koçkirina Xirîstiyanên li Iraqê bi rengekî bûye ku tu hevrêyekê/e min ê/a nivîskar û wêjevan nemaye, li Iraqê tenê hevrêyekî min mabû ku wî jî bar kir Emerîkayê. Niha tu kes nemaye ku bi zimanê Suryanî jê re binivîsim. Min dibistana Asûrî xwendiye û nivîskarekê Asûrî me, lê kesek nemaye ku bi zimanê Asûrî û Suryanî ji bo wan binivîsim. Ji bo wê jî min hemû nivîsên li Erebiyê wergerandine da ku xwendevan bikarin bixwînin. Ji ber ku hemû rewşenbîr û kesayetiyên Xirîstiyanî koç kirine.”

Nivîskar û Rewşenbîrê Sûryanî Mûş Pols di beşekê din ê axaftinên xwe de behsa kesayetiyên Asûrî û rola wan a di nav civaka Iraqê de kir û destnîşan kir ku kesayetiyên rewşenbîr û nivîskarên xurt ên Asûrî û mamostayên navdar ên Suryan hebûne ku di dewlemendkirina wêjeyê û qada rewşenbîrî ya Iraqê û qadên din ên civakî de xwedî rolekî bi bandor bûne, lê belê hemûyan koç kiriye derveyê welêt.

Di dawiyê de jî Pols ê Sûryanî bal kişand li ser zimanê Asûrî-Suryanî û cudahiya di navbera zimanê Suryanî û Asûrî de û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Asûrî û Suryanî zimanek in, lê di aliyê zaravayî de ji hev cuda ne; lê her du jî bi hêsanî ji hevûdin fêm dikin. Awayê nivîsîna tîpan a Aramî ne Iraqî, Şamî ye û pirtûka Încîl jî bi Aramî hatiye nivîsandin ku ew ziman li çend welatan hebûye. Li Rojhilata Navîn serdemekê jî zimanê Suryanî-Asûrî serdest bûye”