Li Kerkûkê 2 kes ji ber şewba koronayê mirin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê da zanîn ku li Kerkûkê ji ber şewba koronayê 2 kes mirine û 13 kesên din jî bi vîrusê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê da zanîn ku li Kerkûkê ji ber şewba koronayê 2 kes mirine û 13 kesên din jî bi vîrusê ketine.
Îro êvarê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Kerkûkê 13 kesên nû bi vîrusê ketine, 2 kes ji ber şewba koronayê mirine û 2 kes jî rewşa wan baş bûye.
Ji destpêka derketina vîrusa koronayê heta niha li bajarê Kerkûkê 173 kes bi şewba koronayê ketine, ji wan 173 kesan 72 kes rewşa wan baş bûye û 5 kes jî mirine.