Li Hewlêrê jinek hat qetilkirin

Li nehiyeya Şemamik ya girêdayî Hewlêrê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Kujer cenaze di nava tenekeya xwelî de vedişêre.

Hat ragihandin ku zilamek li nehiyeya Şemamik a girêdayî Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bi kêran hevjîna xwe qetil dike û piştre cenazeya wê dixe nav tenekeya xweliyê.

Li gorî agahiyên hatin bidest xistin navê jina hat qetilkirin Behar Zekerya Fetah e û kujer jî navê xwe A.Z.M e.

Her wiha hate zanîn ku polîs û ekîbên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û A.Z.M li cihê bûyerê destgîr kirin û lêpirsîn dane destpêkirin.

Bi zêdebûna rêjeya qeyrana siyasî û debarî ya li Başûrê Kurdistanê diyardeyên wek qetilkirin, serjêkirin û destdirêjîkirina li ser jinan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Hema bêje her hefteyê bûyerek bi vî rengî diqewime.