Li gorî agahiyan, du ciwan ji bo sererastkirina şert û mercên nebaş ên jiyanê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê xwe bişewitînin.
Ciwan demekê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî sekinînin, lê belê kesî bersiva wan neda.
Yek ji ciwanan li pêşiya rojnamevanên ku çalakî dişopandin bedena xwe da ber agir.
Kesî dest li ciwan werneda û ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê bi alîkariya hevalê xwe rakirin nexweşxaneyê.
Têkildarî rewşa ciwanê navborî agahî bi dest neketin.