Li Heskîfê êrîşa polîsan: 33 kes hatin destgîrkirin

Ciwanên HDP'î xwestin li dijî hilweşandina Heskîfê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê bûn hedefa êrîşa polîsan. Ji ber êrîşê yek jê rojnamevan 33 kes hatin destgîrkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlihê bi armanca hilweşîn û talankirina Heskîfê şermezar bikin xwestin li Heskifê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdinç beşdarî çalakiya ciwanan bûn. Dema ciwanên HDP'ê hatin Heskîfê û xwestin daxuyaniyê bidin polîsan êrîşî çalakiyê kirin. Polîsan bi hinceta "Biryara Walîtiye heye" destûr nedan û êrîşî çalakiya ciwanan kirin. Polîsan rojnamevanek û 32 endamên ciwanên HDP'ê destgîr kirin. Polîsan rojnamevan Sonya Bayik û 32 ciwanên HDP'î bi lêdanê destgîr kirin.