Li herêma operasyonê şewat derket

Leşkerên ku li gundê Şapatanê derketin operasyonê, li pey xwe şewat derxistin.

Li Gundê Şapatanê yê Navçeya Şemzînana Colemêrgê şewat derket. Li pişt gundê Şapatanê yê ku di 27'ê Tebaxê de heta 7 rojan qedexeya derketina derve lê hat îlan kirin û qedexe didome leşker derketin operasyonê. Piştî leşker derketin operasyonê li herêma daristanê şewat derket. Welatiyên ku bi telefonê li rayedaran geriyan û xwestin mudaxaleyî şewatê bikin tu bersîv negirtin. Li ser vê yekê welatî bi derfetên xwe hewl didin şewata li herêmê derketiye vemirînin.

Tevî hemû hewldanên welatiyan şewat li herêmê didome û her diçe berfireh dibe.