Li Heftanînê kepçeyek hate rûxandin

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê li Xantûrê kepçeyek hate rûxandin, dagirkerê tê de hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê 3'yê Îlonê saet 11.10'an li Girê Muhabereyê ya qada Xantûrê kepçeyeke artÊşa TC'ê ya dagirker ku kozik çêdikir bûye hedef. Bi serkeftî derb li kepçeyê hatiye xistin, rûxandin û dagirkerekî di kepçeyê de hatiye cezakirin.

Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên giran li derdorê reşandiye, qad bombe kiriye, ziyana madî gihaye wesayitên gelê sivîl, bax û baçxeyên wan û gelê sivîl ê li herêmê ji bêgavî ji herêmê dûr ketiye.

HETA BI GULEYA XWE YA DAWÎ BI FEDAYÎ ŞER KIR

Di daxuyaniya xwe de ya 26'ê Hezîrana 2020'an me bi raya giştî re par ve kiribû ku 8'ê Hezîranê li qada Deşta Silopya ya herêma çiyayê Cûdî ya Şirnexê di şerê dijî artêşa TC'ê ya dagirker de hevrêyekî me şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Kahraman Birîndar
Nav Paşnav: Îbrahîm Algim
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Mevlude - Sebrî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8'ê Hezîrana  2020'an /Cûdî

Hevalê me Kahraman li Şirnexê jidayik bûye û li derdoreke wiha mezin bûye ku li nav refên Têkoşîna Azadiyê berdêl dane. Li Botanê ku welatparêzî û berxwedan bûye rêz û rêçikek, hevalê me Kahraman jî li vê rêz û rêçikê xwedî derketiye û bi mebesta ku gaveke dîtir bi pêş ve bavêje tevlî nav refên gerîla bûye. Hevalê me ku her demê bi kedkarî û dilnizmiya xwe derketî pêş, bi hezkirina xwe ya li sirûşta Kurdistanê û çiyayan di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek. Ji bo ku bibe gerîlayê profesyonel ê Modernîteya Demokratîk her demê bi hewldanên kûr bûye, di şer de yê li dijî artêşa Tirk a dagirker heta bi guelya xwe ya dawî şer kiriye û piştî ku derbên giran li dagirkeran daye tevlî nav karwanên nemiran bûye.

Di serî de malbata hevalê me yê Kahraman em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em sond dixwin heta ku em têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bibin sêrî têkoşînê geş bikin û bidomînin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

2'ê Îlonê saet di navbera 09:00-10:30'î de artêşa Tirk a dagirker qada Şukê ya herêma Avaşînê bi obus û hawanan topbaran kir. Ji ber vê bombardûmanê şewat derket û hîn jî dewam dike.

3'ê Îlonê saet di navbera 17:30-18:00 de qada Goşînê ya herêma Xakurkê ji aliyê balafirên şer ve, saet di navbera 23:30-00:00 de jî qada Kolîtê bi helîkopter, hawan û obusan ve hatin bombekirin.

3'ê Îlonê saet di 17:10'an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Saca ya herêma Zapê barandin."