Li gorî Barzanî kuştina sivîlan tiştekî rewa ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî, li şûna ku kuştina sivîlan a bi destê dewleta Tirk şermezar bike, hincet ji xwe re peyda kir. Barzanî, PKK û gel sûcdar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, li ser raperîna gelê Şêladizê ya li dijî bomberdûmana dewleta Tirk, daxuyaniyek da.

Barzanî piştî civîna Desteya Wezîran a li Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser kuştina 4 sivîlan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve, gelê Şêladizê yê li ber dagirkeriyê rabû û PKK sûcdar kir.

PKK SÛCDAR KIR

Barzanî got, "Siyaseta me ya Herêma Kurdistanê wiha ye; Em bi ti awayî qebûl nakin ku ji bo gef li ewlekariya cîranên me were xwarin axa me bê bikaranîn."

Barzanî îdîa kir "Ya ku rê li ber van felaketan vekiriye ev e" û wiha dewam kir: "Ev rêxistin bi bikaranîna xaka Kurdistanê re dixwazin pirsgirêkê di navbera me û cîranên me de derxînin. Bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê em vê yekê ti carî qebûl nakin."

GEF LI GEL XWAR

Barzanî hîn bêhtir da nav, gel sûcdar kir û gefa cezakirinê xwarin: "Bêguman maf e ku bêyî têkbirina aramiyê xwepêşandan were kirin, lê belê em qebûl nakin ku berê xwepêşandanan bê guhertin û şîdet were bikaranîn. Ji bo lêkolînkirina rewşê wê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin."

Barzanî ji bo pirsekê got, "Mixabin ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hin welatiyên me şehîd bûn", lê hejmar eşkere nekir.

ÊRÎŞ REWA KIR

Barzanî got, "Ev şehadet ne ji ber bombekirina gundan e, ji ber bombekirina herêmên PKK lê ye." Bi vê gotinê hewl da êrîşê rewa bike, lê eşkere nekir bê li "Herêmên PKK'ê" çima sivîl tên kuştin.

DER BARÊ DEWLETA TIRK DE TIŞTEK NEGOT

Barzanî îdîa kir ku "Hebûna PKK'ê" bûye sedema êrîşê û got, "Divê em sedemên ku rê li ber vê bomberdûmanê vekirine ji holê rakin." Barzanî eşkere nekir bê mebesta xwe ji vê gotinê çi ye. Barzanî li ser dewleta Tirk ku kiryarê êrîşê ye, nerazîbûn nîşan neda.