Li girtîgehên PDK’ê metirsiya jehrîkirina çalakvanên Behdînanê

Li gorî agahiyên parlmeneterê berê yên parlementa Herêma Kurdistanê Soran Omer, metirsya jehrîkirina çalakvanên Behdînan heye ku niha li girtîgehên PDK’ê de ne.

Parlementerê berê yê Herêma Kurdistanê Soran Omer ji ANF’ê re ragihand: "Metirsî li ser paşeroja çalakvanên Behdînan heye ku niha li girtîgehê ne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet ve hatine bidestxistin hewl tê dayîn ku bi rêya ava vexwarinê cûreyek jehrê bidin wan çalakvanan ku piştî ji girtîgehê bên berdan bi demekê jiyana xwe ji dest bidin."

Soran Omer di heman demê de da zanîn ku erkê hemûyan e ku ji bo tendirustiya jiyana çalakvanan û azadiya wan zextê zêde bikin. Omer got: "Ez ê ji aliyê xwe ve di derbarê ew hewldanên metirsîdar yên ji bo terorkirina çalakvan û rojnamevanên Behdînan yên ceza li wan hatinî birîn û yên hê jî nehatî birîn, hemû navendên çavdêriya mafê mirov yên ji derwe agahdar bikim."

JEHRÎKIRIN DOZEKE METIRSÎDARE

Omer di dewama axaftina xwe de diyarkir, “Dîroka reş ya jehrîkirina neyarên siyasî li Herêma Kurdistanê dozekî metirsîdar a bêdeng û terorekî hêdî ye ku çendîn kes bi wê rêyî ji holê hatine rakirin!”

HACÎ HEYDER LI HEWLÊRÊ HAT JEHRÎKIRIN

Beriya niha ANF’ê ew agahî belavkiribû ku welatiyek bi navê Hacî Heyder Dêrhinî yê Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) piştî 54 rojan li girtîgeha asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê hatibû berdan, lê piştî berdana wî bi hefteyekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên bijîşkî û otopsiyê derket ku ew welatî berê li girtîgehê hatibû jehrîkirin û piştre hatibû berdan, lê ji ber bandora jehrê piştî hefteyek li ser berdana wê re derbas bû jiyana xwe ji dest da.

METÎN LI GIRTÎGEHÊ BI ŞÊWAZEKÎ BI GUMAN JIYANA XWE JI DEST DA

Welatiyekî din ê wargeha Mexmûrê bi navê Metîn Adogît ku roja 07.10.2020’an li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê hatibû destgîrkirin piştî nêzî 3 rojan li girtîgehê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, lê asayîşa PDK’ê ev bûyer diveşartin û piştî 2 meh li ser mirina wî derbas bibû ji malbate Metîn Adogît re agahî didin û dibêjin ‘Metîn ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye’.

PDK’Ê OMER BARTAN RADESTÊ TIRKIYÊ KIR

Di berdewamiya planên PDK’ê yên ji bo tunekirina azadîxwazan û radestkirina wan ji dagirkeran de hefteya bihorî sûcekî din ê PDK’ê eşkere bû ku li gorî wê PDK’ê penaberekî siyasî yê Bakurê Kurdistanê bi navê Omer Bartan ku beriya niha ji ber desthilata Tirkiyê revî bû û hatibû Başûrê Kurdistanê, roja 3’ê Tîrmeha 2019’an ji aliyê PDK’ê ve li Hewlêrê hatibû detgîrkirin, piştî 19 meh girtina wî ya li Hewlêrê bêyî ku rê bidin Bartan bi derwe re têkilî deyne, roja 28’ê Mijdara 2020’an dest û çavê wî girtin û li deriyê sînor a Îbrahîm Xelîl radestê dewleta Tirk hate kirin.

ASAYÎŞÊ GOT KU BARZAN LI GEL ME YE LÊ PIŞTRE BI AWAYEKÎ MIRÎ HATE DÎTIN

Roja 10’ê Cotmeha 2020’an welatiyek ji mala xwe derdikeve û piştî saetekê telefona wî tê vemirandin, wê demê asayîşê gotibû ku wan ew destgîr kiriye. Piştî 3 mehan cenazeyê wî hate dîtin û asayîşê jî got, ‘Ew poşman bûne û red dikin ku li cem wan bûye’.

Xizmên qurbanî dibêjin, ew amade nînin ku cenazeyê kurê xwe veşêrin heya ku bersivek zelal ji aliyê hikumetê ve ji wan re neyê dayîn bê ka çima hatiye gulebarankirin û piştre jî xistine nav bîra petrolê.

Xizmên wî ku ji ajansa Rojnews’ê re axivîbûn gotin ku wana xwestine li dîmenên kamerayên çavdêriyê yên di bin kontrola asayîşa Hewlêrê de ne temaşe bikin, lê rê nadin wan. Her wiha ji bo peydakirina kesê ku cara dawî bi qurbanî re pêywendî çêkiriye şîrketa Korek û asayîş alîkariyê nadin wan.

Bavê qurbanî Enwer Pîr Dawûd ji Rojnews re wiha ragihandibû, “Destpêkê asayîşê ji me re got ku ji aliyê wan we hatiye destgîrkirin, lê piştre poşman bûne û redkirine ku li cem wan e.”

LI HEWLÊRÊ PÊŞWAZIYA SERÇETEYÊ BI NAVÊ NASIR HERÎRÎ TÊ KIRIN

Ew teror û tunekirina ku PDK li hemberî azadîxwazan pêktîne di demekê de ku Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêr pêşwaziya serokê koalîsyona sûrî û serçete Nasir Herîrî kir. Herîrî berpirsê yekem ji dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ye ku bi dewleta Tirk re ew pêkanîn.