Li girtîgehên Amedê girtiyan tazî dikin, nahêlin tedawî bibin

Li gorî rapora OHD'ê û TUAYDER'ê li girtîgehên Amedê gitiyan tazî dikin û ser wan seh dikin, dijûnan li wan dikin û nahêlin ku girtî tedawî bibin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan re (TUAYDER) têkilî binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî ya Nimro 1 û 2 raporek weşand.

Di raporê de hate diyarkirin dema ku girtiyan dibin girtîgehê ser wan tazî dikin, wan seh dikin û dema ku girtî vê qebûl nakin jî êşkenceyê li wan dikin, pêvajoya karantînayê dema ku girtiyan nû dikirin wan tam îzole dikin, hewcehiyên wan ên sereke nayê bicihanîn, ji bilî axaftina bi telefonê û hevdîtina parêzeran têne tecrîdkirin, pirtûka nadin wan, nahêlin li TV'yê binerin, aktîvîtayên nav girtîhehê têne astengkirin, nahêlin girtî biçin kursan, şanoyê bikin, biçin atolyayê, sînema û pirtûkxanê.

Her wiha hate diyarkirin bi hinceta koronayê nahêlin girtî û xizmên wan hev bibînin.

Bi berdewamî hate diyarkirin girtî dema ku li dijî binpêkirina mafan derdikevin cezayê disîplînê didin wan.

OHD'ê û TUAYDER'ê bal kişande ser rewşa koronayê, diyar kir ev rewş li ser girtiyên nexweş rîskeke mezin tîne û xwestin ku girtiyên bi nexweşiyên giran bêne berdan, dîsa bi eynî sedemê xwestin ku girtiyên ku temenê wan di ser 60'î re ye werin berdan.