Li girtîgehê girtiyekî din hate qetilkirin

Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, Taner Atmaca yê 25 salî ku ji bo wî hate îdîakirin ku hewl daye 'xwe bikuje' li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Taner Atmaca (25) di 27’ê Tîrmehê de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihat ragirtin.

Hat îdiakirin ku Atmaca du roj piştî girtina xwe an ku di 29’ê Tîrmehê de întîhar kiriye û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hat zanîn ku Atmaca şevê din jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barên otopsiyê, cenazeyê Atmaca radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê Atmanca bi şevê li goristana Girbereşk a Êlihê hate definkirin.