‘Li girtîgehan darvekirina bi fiêlî tê maşenadin‘

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin û hate gotin ku girtîgeh veguherîne odeyên gazê ên Naziya Elmanyayê û li girtîgehan darvekirin bi fiêlî tê meşandin.“

Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) li Kolana Hunerê ya Wanê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyan, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, Rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Peşxistin û lêkolîna Zimanê Kurdî, (ARSİSA), Atolyeya Hunerê ya Aryen, Komeleya Koberiyê ya Serhatê (SERHAT-GOÇ) tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî" hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê TUHAY-DER'ê Adîl Koçak ve hat xwendin.

‘BI HINCETÊN ÇÊKIRÎ BI HEZARAN KES HATINE GIRTIN‘

Koçak anî ziman ku ji ber hincetên çêkirî bi hezaran girtî bi destê darazê hatine girtin û got: “Li girtîgehan darvekirin bi fiêlî tê meşandin. Girtîgehên ku veguherî navendên ku rastî cezayê îdamê tê. Bi pêkanînên çewisandin û kêfî 'mafê jiyanê' tê binpêkirin. Girtîgehên ku yek ji qadên ku rewşa bêhiqûqiyê herî zêde lê tê jiyîn, ji ber hincetên wekî Covîd û OHAL'ê veguherî êşkencexaneyê. Desthilatdarî di alî de di nav krîzê de ye û ji bo nebe rojev, bejê her roj cenazeyek ji girtîgehan derdikeve. Niha înfazên girtiyan tê betalkirin. Bi hincetên derew ji hêla Lîjneyên Şopandinê yên girtîgehê ve nahelin girtî ji girtîgehê derkevin. Girtî nikarin ji mafê xwe yên civakî, hiqûqî û çandî bikarbînin. Her wiha girtî nikarin ji mafê tenduristiyê jî sûdê bigirin.

Ligel ewqas bêhiqûqî û bêedaletiyê kêm caran raporên 'Nikare di girtîgehê de bimîne‘ dide. Ligel raporên ku hatî dayîn dîsa nayên berdan. ATK bi gotin û talîmatên îqtîdarê tevdigere serbest berdana girtiyan asteng dike.“

‘BILA ABDULLAH OCALAN JI HEMÛ MAFÊN XWE SÛDÊ BIGRE‘

Koçak dest nîşan kir ku di 8 mehan de 43 cenaze ji girtîgehan hatine derxistin û wiha pê de çû: "Di encama polîtîkayên girtîgehê yên dijminane de, bi taybetî di hefteya dawîn de Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz ên ku jiyana xwe ji dest dan pergala êşkenceyê li ber çavan raxistin  Tu mirina li girtîgehan ne mirineke xwezayî ye û wê kujer hesabê vê zû an jî dereng bidin.  Ji bo vê jî em li vir careke din dibêjin ku Birêz Abdullah Ocalan 23 sal in ji mafên bingehîn ên wekî telefon, hevdîtina malbat û hevdîtinên parêzeran bêpar e û dibin tecrîdê de ye. Em dibêjîn ku bila Birêz Ocalan bikaribe ji hemû mafên xwe sûdê bigire."

‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊN BERDAN‘

Koçak diyar kir ku di serî de Wezareta Edaletê em ji bo hemû sazî û dezgehên eleqedar dibêjin ku veguherîne Odeyên Gazê ên Naziya Elmanyayê û got: “Divê qanûna înfaza cezayê demildest bê guhertin û di serî de girtiyên nexwseşê giran hemû girtiyên nexwseş bên tehliyekirin. Ji bo ku girtî ji mafên xwe yên çandî, civakî û tendirustiyê sûdê bigirin divê şert û mercên guncav bên avakirin. Em careke din dibêjin ku em ê li heberî mirin û zilmê tucarî bêdeng nemînin."

Daxuyanî bi dirûşmên, "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.