Li Girtîgeha Zarokan a Amedê tundî, zordarî li zarokan tê kirin

Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê aşkere kir li Girtîgeha Girtî ya Zarok û Ciwanan a Amedê tehde li zarokan tê kirin.

Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê li Hêwana Konferanse ya Tahir Elçî ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Serokê Baroyê Nahît Eren û parêzerên Navenda Mafê Zarokan li daxuyaniyê hazir bûn.

Endamê Navenda Mafê Zarokan Sedat Gorduk got di nav 3 mehan de bi 32 zarokan re 53 caran hev dîtine.

Gorduk kurteya rapora têkilî gilih û binpêkirina mafan ku di hevdîtinan de ji bo wan hatiye ragihandin par ve kir û got, ''Qinyateke qewîn çêbûye ku li ser gelek mijaran gef li zarokan tê xwarin, tehde li wan tê kirin, heqê wan tê xwarin, heqê tendiristî, tedawî, agahdarbûn, ragihandin, perwerde û sosyal tê binpêkirin, rêveberiya girtîgehê guh nade zordariya di navbeyna cezaxwarî û girtiyan de ya ji ber temenmezin li temenbiçûkan dikin.''

Gorduk diyar kir di hevdîtinan de zarokan gelek caran gotiye ku ew dixwain bi şandeyê re hev bibînin û got, ''Beşek ji van zarokan ku ev beyan dane, daxwaznemeyên bi yek devî û eynî dane ku ji bilî parêzerên xwe naxwazin bi hine dî re hev bibînin. Ji ber ku zarokan bi dilê xwe xwestine ku bi me re biaxivin, bi hinan re gelek caran hatiye axaftin û ji ber ku xwestine ku em dîsa serdana wan bikin, daxwaznameyên navborî ji hêla şandeya me ve bi normalî nehatiye dîtin. Di serdana pêşî de ya piştî vê rûdanê, ji zarokan pirs hatiye kirin bê ka ew dixwazin parêzerên Baroya Amede bibînin an na, hatiye tespîtkirin ku zext li zaroyan hatiye kirin da ku parezarên Baroyê nebînin.''

Gorduk herî dawî diyar kir têkilî binpêkirinên mafan ên li girtîgeha zarokan 7'ê Îlonê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilih kirine.