Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê şert û merc gelekî xerab in

Hevseroka Şaxê Wanê ya ÎHD'ê Emîne Keskîn got, li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê şert û merc gelekî xerab in.

Heyeta ji endamên ÎHD, OHD û HDP'ê çûn girtîgehên li Îdir, Agirî û Wanê û bi girtiyan, dozgeriyê û îdareya girtîgehan re hevdîtin kir. Di encamê de jî raporek eşkere kir. Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê êşkence li wan hate kirin Bîlal Balahan, Vedat Kalin û Ferît Kaşçi ji heyetê re qala bûyerên bi serê wan ve hat, kirin.

MILÊ WÎ ŞIKANDIN

Bîlal Balahan diyar kir ku komek ji gardiyanan destê wî bi kelepçeyê girtine û got, "Ez birin odeyekê. Hinekan digotin 'milê wî bişikînin'. Gardiyanan milê min ji du cihan şikandin. Piştre jî ez xistin odeya bi singir û bi saetan li wir hiştin. Heqaret kirin, gef xwarin û gotin, 'Ev hîn rojên xwe yên baş e. Rojên nebaş li benda we ne'. Em ev yek li me hate kirin, hem jî rêveberiya girtîgehê giliyê me kir."

Girtî Vedat Kalin jî anî ziman, ji ber ku li ber kiryarên li Bîlal Balahan hate kirin helwest nîşan da, ew li erdê dirêj kirin, pihîn lê dan û got, "Destê xwe xistin qirika min. Qirik, pişt û milê min ji lêdanê werimandin."

Ji girtiyan Ferît Kaşçi jî got, "Tiştekî hişk li serê me xistin. Dema ku min ji wan re got bêhna min diçike, pihîn lê dan. Niha milê min ê rastê werimî ye."

ŞERT Û MERC GELEKÎ XERAB IN

Hevseroka Şaxê Wanê ya ÎHD'ê Emîne Keskîn anî ziman ku wan tespît kirine li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê şert û merc gelekî xerab in û got, "Li gorî gotinên girtiyan ji binpêkirina maf heta êşkenceyê gelek maf têne binpêkirin. Pirsgirêkên malbatan gelekî mezin e. Bi bahaneya şewbê têkiliya wan a bi derve re birîn."