Li girtîgeha Rihayê girtî hatin derbkirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê gardiyanan avêt ser odeya girtiyên ketî greva birçîbûnê, ew derb kirin, dest danîn ser radyo, pirtûk û xebatên wan.
Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê gardiyanan avêt ser odeya girtiyên ketî greva birçîbûnê, ew derb kirin, dest danîn ser radyo, pirtûk û xebatên wan.
Hate ragihandin ku gardiyanên Girtîgeha Tîpa T a Rihayê avêtin ser odeya berxwedêrên ketî gireva birçîbûnê, berxwedêr derb kirin û dest danin ser radyo, pirtûk û xebatên wan ên takekesî.
Girtiyê bi navê Mehmet Aktaş ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û ji malbata xwe re ragihand, “Îro beriya em derkevin hevdîtinê, gardiyanan avêt ser odeyên me û her tiştê me belavela kirin. Dest danîn ser radyo, pirtûk û xebatên me yên takekesî. Niha bi giştî têkiliya me ya bi derve re qut e. Xwarin û vexwarinê nadin hinek odeyên me yên ne di grevê de jî.”