Li Girtîgeha Wanê kesên sivîl û yên bi unîforma her saet digirin ser qawîşan

Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê diyar kir kesên sivîl û bi unîforma her saetê digirin ser qawîşan û got “Dema bi şev hevalên me dibin, em êdî nikarin agahiyan ji hevalên xwe bistînin.”

Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê êşkenceya li ser girtiyên siyasî zêdetir dibe. Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat di hevpeyvîna bi telefonê de ya heftane, binpêkirinên mafan ragihand ji malbata xwe re.

EM NIZANIN HEVALÊN ME BIRINE KU DERÊ

Seyfettîn Demhat di 12’ê Îlonê de telefonî malbata xwe kir û ev tişt got “Şev û roj digirin ser qawîşan û nava qawîşê saxtî dikin. Kesên sivîl û bi unîforma her saetê digirin ser qawîşan. Ji ber serdegirtinan mafê me yê jiyanê nema, êdî em nikarin xwarinê bixwin. Di dema serdegirtinê de her derê tevlîhev dikin. Rewşa me gelekî xerab e. Di dema serdegirtinê de hevalekî me yê li qawîşê bi şev birin. Em nizanin hevalê me birine ku derê. Em niha nikarin ji hevalê xwe agahiyan bistînin.”

Şengul Marti diyar kir ew ji jiyana birayê xwe Seyfettîn Demhat û girtiyên din ketiye fikarê û bang li saziyên sivîl ên civakî, ÎHD û Baroya Wanê kir ku bila heyetek biçin girtîgehê.