Li Geverê êrîşa dagirkeriyê: 10 gundî hatin destgîrkirin

Artêşa Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de li gelek gundên Gever a Colemêrgê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di êrîşê de 10 gundî hatin destgîrkirin.

Artêşa Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên girêdayî Gever a Colemêrgê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

Hate zanîn ku piştî êrîşa dagirkeriyê leşkeran li ser gundê Memkavayê de girt. Leşkeran hemû şênî ji malên wan derxistin û di malan de lêgerîn kirin. Her wiha leşkeran 10 şêniyên gund jî destgîr kirin. Navên çend welatiyên hatine destgîrkirin wiha ne: "Zenûre Ozkaplan, Zîna Ozkaplan, Adîle Ozkaplan, Jiyan Ozkaplan û Îlham Ozkaplan."

Gundiyên hatine destgîrkirin jî ewil birin Midûriyeta Polîsan a Geverê û ji wir sewqî Dadgeha Geverê hatin kirin. Hat zanîn ku parêzeran xwestin bi destgîrkiriya re hevdîtinê bikin lê destûr nehat dayîn.