Li Geverê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Geverê, li dijî artêşa Tirk a ku li Girê Elîşêr bi cih bûne çalakiyek kirine û 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî jêderên xwecih 15’ê Îlonê saet 14.30’an gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên ku li Girê Elîşêr bi cih bûnûn çalakiyeke suîqastê pêk anîne û di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Hate ragihandin piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkoptêra Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine.

LI DIJÎ KONVOYA LEŞKERÎ ÇALAKÎ

Diyar bû ku li bejahiya Geverê konvoyeke leşkerî ya Tirk bi mayinên ku li rex rê hatibû danîn bûye hedef. Di çalakiyê de tîma rûxandina bombeyan a li pêş konvoyê bûye hedef.

Jêderên xwecih diyar kirin ku di vê bûyerê de kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbûne.

OREMAR TÊ BOMBEKIRIN

Qada Oremarê ya bi ser Geverê ve ji 11’ê Îlonê ve bi operasyona ku hatî destpêkirin tê bombekirin. Balafirên şer û helîkoptêrên artêşa Tirk 15’ê Îlonê saet 00.00 û 03.00’an qada Oremarê bombe kirin. Diyar bû ku li qadê li gelek deveran şewat derketiye û tevgera li herêmê didome.