Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê dagirkerî hate protestokirin

Di çaroveya çalakiyê 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li Silêmanî, Çemçemal û Ranya çalakî hatin lidarxistin.

Li Silêmanî, Çemçemal û Ranyayê bi boneya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Efrîn û Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.

SİLÊMANÎ

Bi pêşengiya Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Silêmaniyê li ber Parka Nalî ya Silêmaniyê çalakiyek pêk hat

Di çalakiyê de alên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û porterên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan hatin berz kirin û dirûşmeya, 'Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re' hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de, daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Eniya Demokratîk a Gel, Eniya Xelk û Eniya Karkeran hatin xwendin û Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd û Zanayê Olî Mele Nadir axivîn.

Di axaftin û daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin ku dewleta Tirk şerekî wêrankirin û dagirkeriyê dide kirin û li dijî hebûna gelê Kurd a li her cihî ye.

Herwiha bang li partî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî hat kirin ku ji bo azadiya gelê Kurd û aramiya gelên herêmê bibin xwedî helwest.

ÇEMÇEMAL

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Parka Çermo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de, daxuyaniya Rêxistina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin. Herwiha daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.

RANYA

Bi heman armancê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li ber Baxê Giştî yê navçeyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, 'Na ji bo dagirkeriya Tirk' û 'Belê ji bo yekîtiya neteweyî' hatin berz kirin.

Her wiha di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hate xwendin û di daxuyaniyê de êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin û bang li qada navneteweyî hate kirin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

KERKÛK

Di çarçoveya çalakiyên 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriy Dewleta Tirk, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li bajarê Kerkûk daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê desteya rêveber a Gencanî Welatparêz Rêbîn Omer ve hate xwendin û ev tişt hate gotin: “Roj bi roj Erdogan gavên hîn faşîstane davêje. Di vê çarçoveyê de jî armanca sereke tinekirina destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine ye.

 Îro jî siyaseta Tirk a dijî Kurdan bi pêşengiya Erdogan li ser bajarên Kurdan tê meşandin. Dewleta Tirk niha li herêma Bradost êrîşên xwe zêde kirine û ev jî cihê metirsiyê ye.

Nêzî 20 salane Ocalan li Îmralî di girtîgehê de ye. Niha jî rê nadin kes serdan bike. Em ji civaka navnetewî daxwaz dikin li hemberî tecrîdê helwest nîşan bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bidawî bû.