Li gelek gundên Geverê zilma leşkeran

Li gelek gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê leşkerên Tirk gelek kes bi êşkence destgîr kirin.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, ji 18’ê Îlonê heta niha li gundên Memkava, Dara, Kaport û Nêbarê yên Geverê êrîşan li dar dixin.

Yên li gundê Memkava hatin destgîrkirin, hatin berdan. Gundiyan da zanîn ku şidet li wan hatiye kirin. Bi tevahî 11 kes hatin destgîrkirin û 10 kes hatin berdan. Esat Çakmak ê li gundê Dara bi şidetê hat destgîrkirin hêj li Midûriyeta Ewlehiyê ya Geverê tê ragirtin.

Êrîşên li gundan tên lidarxistin hincet hatin nîşandan û dor li hemû rêyan hat girtin. Mobese û fotokemîn jî li ser rêyan hatin bicihkirin.

Hat zanîn ku li zozan û girên bi navê Dola Kubê, Dola Xokê, Kelega, Serê Gorangê û Mişkan ên li bejahiya Memkava tevgera leşkerî zêde bûye. Memkavayiyan bertek nîşan da ku bêrîvanên ji bo dohtina mîhan diçin zozanan ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.

Gundiyan diyar kir ku li nasnameyên wan tê nihêrtin û yên nasname bi wan re nîn bin nahêlin biçin zozanan.

Hat zanîn ku gundî gava diçin malên cîranên xwe jî li nasnameyên wan tê nihêrtin