Li gelek bajaran êrîşa li ‘Giyadînê’ hate protestokirin

Polîsên Tirk şevê din êrîşî Hevşaredarên HDP’ê yên Giyadînê Evren Demîr û Betul Yaşar kiribûn. Êrîşa polîsan li gelek bajran hate protestokirin.

ENQERE

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Enqereyê xwest li dijî êrîşên li ser rêveberên partiyê û Hevşaredarên Giyadînê Evren Demir û Betul Yaşar, li ber avahiya HDP'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan mudaxaleyî rêveber û hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê kirin. Di dema hat xwestin ku daxuyanî bê dayin polîsan rêveber û hevserokên Rêxistina HDP'ê xwestin bixin hûndirê avahiyê.

Rêveberên HDP'ê bertek nîşanî polîsan dan û gotin:"Nebin polîsên AKP'ê, hûn ê jî rojekê bên darizandin. Em li vir ji bo hemû neteweyan têkoşînê didin."

HDP'iyan cara duyemîn xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan dîsa destûr neda.  Hevseroka HDP'ê ya  Enqerê Zeyno Bayram bertek nîşanî polîsan da û got: "Ger hûnê min bixin bi çavan, werin min bigirin û bavêjin hûndir. Hûn nikarin mafê me ji me bigirin." Hevserokê din Huseyîn Gevher  jî got; "Hevşarêderên me ne bi tenê ne. Gelê Giyadinê ne bi tenê ye."

Daxuyaniya ku polîsan destûr nedan wiha ye: "Em êrîşa li ser hevserokên Şaredariya Giyadînê şermezar dikin. Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê li 26 şaredariyên me cîhaza x-ray hatiye bicihkirin û xizmetên şaredariyê tê xwestin ku bê astengkirin. Welatiyê bi navê Mehmet Hayri Durmuş dema ku xwestiye têkeve şaredariyê bi êrîşa polîsan rû bi rû hatiye hiştin. Li ser vê yekê Hevşaredarên Şaredariya Diyadînê Evren Demir, Betul Yaşar ketine navberê û ew jî bi êrîşa polîsan rû bi rû mane. Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copên xwe ketine şaredariyê û îradeya gelê Diyadînê xesp kirine. Ji bo ev bûyer bê veşartin polîsan dîmenên kamerayên şaredariyê desteser kirine. Em vê bûyerê dîsa  şermezar dikin û em dibêjin tu kes nikare îradeya gel xesp bike."

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Amedê derbarê lêdana Hevşaredarên Giyadînê Evren Demîr û Betul Yaşar de li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyanî bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik daxuyanî da û diyar kir ku tê xwestin eleqeya şaredariyên wan ji bi pirsgirêkên gel ve û çareseriya pirsgirêkan bê astengkirin û dixwazin şaredariyên HDP’ê veguherînin karakolan.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku gel bersiva pêwîst di hilbijartinan de daye pêkanînên antîdemokratîk û got: “Ew kesên dixwazin me asteng bikin bila bizivirin û li encamên hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê binêrin. Êrîşa hatiye kirin sûc e. Wê heqîqet û demokrasî bi ser bikeve.”

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî bi beşdariya rêveberên KCD, DBP, TJA, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Bajarokê Kaniyahenê Gulîstan Sonuk û welatiyan daxuyanî da. Wekîlê Hevserokên HDP’a Êlihê Îkram Îrgî daxuyanî da û da zanîn ku HDP partiya gel e û êrîşa li Giyadînê pêk hatiye li dijî vîna gel pêk hatiye. Îrgî got çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşîna demokrasiyê û xizmeta ji bo gel bernedin.

SÊRT

Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê jî bi beşdariya Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, rêveberên partiyê û Dayikên Aştiyê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Parlamenter Siddik Taş destnîşan kir ku êrîşa li dijî hevşaredarên wan pêk hatiye li dijî hiqûqê ye û ew polîs li ser daxwaza AKP’ê û Wezîrê Karê Hundir tevdigerin. Taş got roj were dê AKP û wezîrê xwe hesab bide gel û ew bi tundî vê êrîşê şermezar dikin.

ÎZMÎR, ANTALYA Û HATAY

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî li dijî êrîşê daxuyanî da û Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur axivî û êrîş şermezar kir. Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî daxuyanî da êrîş şermezar kir. Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî daxuyanî da û êrîşa li dijî hevşaredaran protesto kir.