Li Colemêrgê çewlika mirîşkan

Rabîa û Resûl Îhtiyatoglû yên Colemêrgî tevî krîza aboriyê çewlikeke mirîşkan bi derfetên xwe ava kirine û bi vî rengî hem malbata xwe xwedî dikin hem jî tevkariyê li hilberînê dikin.

Li Colemêrgê ku bazirganiya li ser sînor hatiye qedexekirin, xizanî û bêkarî zêde dibe. Li vî bajarî hilberîn gelekî kêm e û berhemên têne anîn jî bi giranî ji bajarên derdorê ne. Di serî de xwarin, hemû berhemên ji derdorê têne anîn li gel lêçûna anînê, buhayê xwe zêde ye.

Resûl Îhtiyatoglû ku berê weke teknîsyenê elektrîkê li cihekî dixebitî, ji ber sedemên siyasî 5 salan girtî ma. Resûl Îhtiyatoglû yê bavê 3 zarokan piştî ji girtîgehê derket li ti cihî karek bi dest neket. Lewma jî biryar da ku karê ji zûdeyî dixwest, bike.

Îhtiyatoglû anî ziman ku di nava şert û mercên Colemêrgê de peydakirina kar gelekî zehmet e û anî ziman ku ji bo li bajêr sektorekî cuda yê kar çêbibe, dest bi karê mirîş û hêkan kir.

Îhtiyatoglû bi bîr xist ku li Colemêrgê ji ber ku razemenî û hilberîn nîne, piraniya madeyên têne xwarin di asta ji sedî 99'î de ji derve têne anîn û got, "Li gel şert û mercên zehmet jî hewl didim vî karî dewam bikim. Nêzî 2 sal in vî karî dikim. Par rewşa me baştir bû, lê îsal bi krîza aboriyê re karên me bêhtir nebaş bû. Êmê ku em ji bo mirîşkan dikirin ji ber ku derve têne anîn, buhayê xwe jî gelekî zêde ye. Me par koliya hêkan bi 20 lîreyî difirotin, îsal bûye 70 lîreyî, lê tevî vê jî em nikarin tiştekî qezenç bikin."

Îhtiyatoglû ragihand ku wan bi hezar û 50'î mirîşkî dest bi vî karî kirin û wiha dewam kir, "Ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê buhayê êm gelekî zêde bû. Ji bo karibim êm ji mirîşkên xwe re bikirim neçar mam ku 400 heywanên xwe bifiroşim. Niha bi rastî jî şert û merc gelekî zehmet e. Di nava van şertan de ne karî êm bikire ne jî debara malbata xwe bike. Ji ber buhayê zêde yê êm em nizanin ku çi bikin."

Resûl Îhtiyatoglû diyar kir ku ew ji ti cihî nikarin piştgiriyê werbigirin û bi dewamî got, "Ji ber ku derfetên me nîne û nikarin mirîşkên xwe bi têrkerî xwedî bikin, em nikarin berhema dixwazin bi dest bixin. Li Colemêrgê potansiyeke muşteriyan û bazareke me heye. Lê belê ji ber buhayê zêde yê êm û genim, em nikarin tiştekî qezenç bikin. Bi vî rengî dewam bike ez ê neçar bimînin ku çewlika mirîşkan bigirim. Ez gelekî ji karê xwe hez dikim, naxwazim dest ji karê xwe berdim, lê belê şert û mercên heyî, buhabûna jiyanê li pêşiya vî karê min dibin asteng. Niha nizanim ku çi bikim, di mijara paşeroja zarokên xwe de bi fikar im."

Rabîa Îhtiyatoglû jî qala zor û zehmetiyên debarê kir û anî ziman ku ji bo kar wan serî li gelek deveran dan, lê belê kar bi destê wan neket. Rabîa Îhtiyatoglû diyar kir ku wê jî piştgirî da fikrê çewlika mirîşkan ê hevserê xwe û got, "Me bi hev re dest bi vî karî kir. Destpêkê buhayê êm baş bû. Bi vî rengî me debara xwe kir. Bi krîza aboriyê re buhayê êm gelekî zêde bû."

Rabîa Îhtiyatoglû anî ziman ku ew nikare bi têrkerî êm bikire û mirîşkên xwe xwedî bike, lewma zor û zehmetiyan dikişînin.

Rebîa Îhtiyatoglû ragihand ku gotina 'piştgirî ji hilberîneran re tê dayin' rast nîne û wiha dewam kir, "Me heta niha nekarî piştgiriyê werbigire. Di nava şert û mercên giran de em li ser piyan e. Niha 500 mirîşkên me hene. Em zû dest bi rojê dikin. Destpêkê em axurê paqij dikin, êm didin mirîşkan. Ji bo hîn baştir xwe xwedî bikin mirîşkan derdixînin derve. Hêkên mirîşkên me gelekî tên xwestin. Ji ber ku mirov hêkên organîk dixwazin. Li Colemêrgê piraniya madeyên xwarinê ji derve tên. Yanî li Colemêrgê hilberîn nîne. Ji ber vê yekê em dixwazin hilberînê bikin. Ez û hevserê min, em ê vî karê xwe heta dawiyê bikin."