Li gel astengiyên PDK'ê jî Şengalî vedigerin cih û warên xwe

Gelê Şengalê, ku di fermana sala 2014'an de koçber bû, pêl bi pêl li cih û warên xwe vedigere. Welatiyên Şengalê, tevî hemû astengiyan jî banga vegerê li Şengaliyên koçber kirin.

Di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de, ji ber ku pêşmergeyên PDK'ê gelê Şengalê di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin, bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û bi deh hezaran mirov koç ber bûn. Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, koçberên li kampan dest bi vegerê kirin.

Têkildarî vegerê, Şengaliyên ji kampên li bajarên din ên Başûrê Kurdistanê hatin, ji ANF'ê re axivîn.

Merwan Reşo yê ji Kampa Bêrsîvê ya Zaox hatî wiha got: "Beriha niha 3 salan em ji cih û warên xwe koçber bûn. Ev tam 3 sal bû em derbasî Başûrê Kurdistanê bibûn. Zivistan û havînê, jiyana me li binê konan gelekî zehmet bû. Piştî ku cih û gundên me ji aliyê şervanan ve hatin rizgakirin, em ketin nava hewldana vegerin ser mal û warê xwe. Mirovên me yên li bajarên Başûrê Kurdistanê amadekariyên xwe dikin û rojane vedigerin. Veger çiqasî zû be ewqas3ı baş e. Ji ber ku cihê herî bi ewle mala wan e."

Kesê bi navê Casim Memo jî qala vegera xwe kir û got, "Em jî hatine ser mal û xaniyên xwe. Bi rojane welatî vedigerin ser mal û warê xwe."

Memo bal kişand ser astengiyên pêşmergeyên PDK'ê û wiha got: "Di rê de em ji gelek nuqteyên asayîşa PDK’ê re derbas bûn. Gelek pirs ji me dikirin, pirsên mîna hûn ji ku tê? Hûnê biçin ku? Ji bo çi hûn hatine? dikirin."

Di dawiya axaftina xwe de Casim Memo ev bang kir: "Li pey malê dinê neçin, werin ser axa xwe û warê xwe ava bikin. Her çendî zor û zehmetiyê xwe hebin jî, ji mal û welatê xerîbiyê xweştire."

Dayika Mûhbet Mûrad jî got: "Em li ser axa bav û kalan a pîroz a Şengalê hatine dinê. Bi saxî yan mirî em dixwazin li ser axa xwe bin."

Dayika Mûrad ev bang li civaka Êzidî kir: "Vegerin ser axa xwe, ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Eger em qedir û qîmetê axa xwe bizanibin em ê xwedî li vê axê derbikevin."