Li gel 161 milyon deyn jî pêngava xizmetê

Li Wanê şaredariyên HDP'yî li gel deynê ku qeyûm hiştî jî xizmetê didin.

Li gel deynê ku qeyûman hiştî jî Şaredariya Mezin a Wanê, Erdîş, Artemêtanê yên HDP'ê dest bi xizmetê kirin. Şaredarî fitarê didin bi hezaran mirov, ji bo mirovên desteng dibine alîkar, avê dibine gund û taxan û şitl li coktar û gundiyan belav kirin.

Şaredariya Erdîşê ku qeyûm 161 milyon deyn jê re hiştibû li gel hemû bêderfetiyan jî xizmetê dide welatiyan.  Gel li konên fitarê yê navendê fitara xwe vedike, şaredarî alîkariyê bi malbatên desteng re dike. Konçalên li rêyên gund û taxan û navendê dadigire, peyarêyan nû dike.

Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn got wan dema ku şaredarî standî 161 milyon û 780 hezar lîre deynê şaredariyê li ser milê wan kirine, vê mehê bi zorê meaşên personelan dane, dema ku meaşên personelan û lêçûnên bankayê didin di dest wan de pere namînin lê disa jî ew ê xizmetê bikin, zorê li derfetên xwe dikin û xizmetê dikin.