Li Feraşînê jiyana di bin zexta ambargoyê de

Zozanê Feraşînê veguherandine baregeheke leşkerî. Elektrîkê nadin bi dehan gund û bi sedan malan. Gundî li dijî ambargoya dewletê bi biryardarî li ser piyan dimînin.

Zozanê Feraşînê ku piraniya gundên wê hatine valakirin, ketin û derketina wê di bin kontrolê de ye. Xwarin, xurek jî bi zorê digihêje herêmê.

Zozanê Feraşînê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve ye ku di navbera Wan û Colemêrgê de li bilindahiya 2 hezar û 625 metreyî ye. Ji aliyê bedewiya xwezayî, giha û cihêrengiya xwe ve herêmeke dewlemend e. Zozanê mêşvan û sewalkaran e.

Piraniya gundên li vê herêmê di salên 1990'î de hatin valakirin, bi hezaran mirov neçar hatin hiştin ku koç bikin. Niha jî ketin û derketina herêmê di bin kontrolê de ye. Zozanê Feraşînê di bin ambargoya AKP û MHP'ê de ye. Xwarin û xurek jî bi zorê derbasî herêmê tê kirin. Mirovên ku tên vê zozanê piştî kontrola tund a leşkeran dikarin derbas bibin. Ji roja ku qeyûm hatiye tayinkirin û vir ve rêyên ber bi Zozanê Feraşînê jî nayên vekirin. Xelkê herêmê bi rêya makîneyên kirêkirî û bêrê hewl didin rê vekin.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Zozanê Feraşînê elektrîk e. Midûriyeta Elektrîkê ya Amedê elektrîkê nade bi dehan gund û bi sedan xaniyên li vê herêmê. Şêniyên herêmê dibêjin, "Li gundên Yeşîloz, Doganyol, Akarsû û Sûtepeyê elektrîk nîne. Têkildarî mijarê me daxwazname dan saziyên pêwendîdar... Malên me hene, lê elektrîkê nadin. Bila elektrîkê bidin, fatûreyê jî bibirin. Di vê serdemê de em bêelektrîk man."