Li Erziromê 21 HDP-DBP’yî hatin destgîrkirin

Li Qereyazî ya Erziromê 21 HDP-DBP’yî hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP’ê her ku nêzî hilbijartina 24’ê Hezîranê dibe, operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî gelê Kurd û HDP’ê lez dikin.

Li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê serê sibê polîsan avêtin ser malan. Li malan lêgerîn pêk hat û hemû alavên malan serûbin kirin. Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Erziromê Muhlis Kirmaci, rêveberên partiye, endamên meclîsa şaredariyê û hilbijêrên HDP’ê di nav de 21 kes binçav kirin.

NAV

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Şevket Tutkun, Suleyman Aydin, Selahaddîn Eroglu, Rasîm Guneş, Takyedîn Çelîk, Erdal Bayram û hevjîna xwe, Erdem Kaya, Yuksel Kîşî, Nurî Kandemîr, Medenî Aras, Mahmut Çîmendag, Yener Yuksel, Îbrahîm Şenlîk, Fahrettîn Taşçi, Alî Riza Arslan, Alî Gozmen, Yavuz Karabudak û du welatiyên navê wan nehat hînbûn.

Kesên hatine destgîrkirin birine Miduriyeta Polîsan a Qereyaziyê û Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê.