Li Ertûşê koçerek: Gerîla Şîlan

Xwegihandina dîrokê rastiyeke li nava PKK'ê. Şîlan Koçerku bi fedakarî û dilsoziya xwe ya bi têkoşînê dihate naskirin, bû milîtanek hêjayî Rêberê Gelê Kurd gel û gerîla.

Sibê zû em bi rê ketin. Rêyeke dûr û dirêj... Rêyeke asê û asteng. Rêyeke ku dar ji bo meşa me dibû alîkar, rêyeke ku bêyî em xakê biêşîne lê dimeşiyan... Rêyeke ku di her gaveke wê de şehîdan xwîna xwe lê rijandine. Ji bo vê derê gelek pênase tên kirin. Hem bihuşt, hem jî dojeh, ya girîng ew e ku tu bi kîjan çavî lê dinere. Ev der warê hevrêtî û êşê ye, cihê ku xeyal emanetî hev tê kirin, cihê ku ken bi wate dibe. Ev der ew war e ku xwînê bi dijmin dide verişandin, ew dever e ku ciwan lê şer dikin, jin û mêr lê jiyanê dihûnin. Ev der Zagros e.

Ev der rêya herî dirêj a hesretê ye, cihê ku şervanên ku ji bo hesret û eşqê şer dikin. Ev der Zagros a bêdawî ye. Rêya me ber bi Ertûşê ve ye. Li vê derê ez li gerîla Şîlan Koçer rast hatim. Bi gotina Şîlan Koçer 'Zagros warê xwedawendan e'. Tov hemû şîn bûne. Em berê xwe didin jorê. Du hevalên jin tên pêşiya me. Rûyê yekê ji wan ji heyvê bêhtir dibiriqîne, çavê yekê jî ji deryayê bedewtir e. Qurmekî mezin danîne û dişkînin.

Yek ji wan Eylem a Mêrdînê ya çavderyayî, ya jin jî Vejîn a Qamişloyî ku ji heyvê bedewtir e. Dibêjin, "Eger tu wêneyê me bikişîne em ê qebûl nekin." Ev deng dengê heval Zîndan e. Dema ku min ew nas kir, min fêhm nekir ku mirovek ku dildarê xwezayê, azadiyê û çiyê çima navê xwe dike Zîndan. Dibêje ku navê hevrêyekî şehîd bûye. Wesyet jê re maye. Hemû jî ewqasî dilsozê fermandarê mezin ê şer, jiyanê û mîmarê taktîkê yê HPG'ê Şehîd Alî Piling in ku yekane armanca wan ew e ku di sala 2020'î de dijmin ji Zagrosan biavêje.

EV DER WARÊ LEHENGAN ZAGROS E

Hevala Şîlan dest bi nasandina xwe kir. " Ev der warê Xelîl Dag e, Çîçek Botan e, Azad Sîser e, Reşît Serdar e, Rojîn Gewda ye, Devrîm Amed e... Cihê ku van lehengan xwe lê afirandine! Zagrso e!" Şîlan dema ku qala xwe dike gelekî bi şerm tevdigere, lê dema ku mijar hevalên wê be ji nişka ve vedibe. Kelecana wê cuda bû. Şîlan gerîlayeke welê bû ku rawestandin nas nedikir. Dema ku kamera dît, her kes ji nişka ve hatin cem min û gotin, "Tu zane ku xeyala herî mezin a hevala Şîlan ew e ku tevî doçkayê wêneyekî bikişîne." Beriya gerîla Şîlan hevalên wê ev xwestibûn. Ji ber ku ev yek di nava gerîla de pîvanek bû. Her kes beriya xwe li hevrêyên xwe dikifire.

Ji bo xewn û eyala hevrêyên wan bi cih bê anîn gelekî hewl didin. Gerîla Şîlan Koçer yek ji wan jinan bû ku digot, gelekî dereng tevlî gerîla bûye. Her tim qala vê poşmaniyê dikir. Qala çi dikir, rûyê wê timî li ken bû. Ew gelekî dilsoziyê jiyanê bû, fedakar bû. Hevalên wê digot, kengî diçûn çalakiyê wê dixwest doçkayê bi kar bîne.

XEYALA WÊ YA HERÎ MEZIN EW BÛ KU WÊNEYEKÎ BI DOÇKAYÊ BIKIŞÎNE

Xeyalê herî mezin ê Şîlan ew bû ku bi doçkaya xwe ya ku jê re 'şêre' digot, wêneyekî bikişîne. Ji bo pê re wêne bikişîne min li dara herî bedew, li kulîlka herî bedew digeriya. Şîlan jî bêrawestan qala Ertûşê û hevrêyên li wir tevlî karwanê nemiran bûn, dikir. Mîna ku wê dibihîzin bi dengekî bilind qalê dikir. Li gorî Şîlan diviyabû her kesî hevrêyên wê yên şehîd bûne nas bikin. Ji ber vê yekê ji dil diaxivî.

Xwegihandina dîrokê di nava PKK'ê de rastiyek e. Digot ku yê gerîla hîn kir ku bi vî rengî nêz bibe, teqez hêza herî mezin a hîndekar 'Rêber Apo' ye. Û Şîlan Koçer bû milîtaneke hêjayî gel û gerîla. Ji bo navê wê li dîrokê bimîne, bi bîr tînim. Doçka van gerîla Şîlan Koçer.