Li Erdîşê deng ji nû ve tên hejmartin

Li Erdîşê HDP serketinek mezin bidestxistibû lê piştî îtîraza AKP’ê ya li YSK’ê deng ji nû ve tên hejmartin.

Xelkê Erdîşê ku bihîstin deng ji nû ve tên hejmartin li pêşiya YSK’ê kom bûn.

Li Erdîşê bi ferqek mezin HDP’ê şaredarî qezenç kiribû, lê li ser îtîraza AKP’ê YSK’ê biryara ji nû ve hejmartina dengan da.

Desteya Hilbijartina Bilind a Erdişê li ser îtiraza AKP’ê li hev civiya. Tevî ku hemû partiyên siyasî yên beşdarî civînê bûyîn encama hilbijartinê qebûl jî kirin lê YSK’ê îtiraza AKP’ê  qebûl kir û biryar da ku deng ji nû ve werin hejmartin.

Serokê YSK’ê yê Erdîşê kesekî nêzî rêveberiya AKP’ê ya navçeya Erdîş û serokê wê Adnan Aydin e.