Li Efrîn û Marê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin 

Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrîn û Marê li dijî çeteyên dewleta Tirk li çar deveran çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek çete hatin kuştin, ku 3 ji wan leşkerên Tirk in.

Hêzên Rizgariya Efrînê, di navbera 25-26'ê Çileyê de li navenda Efrînê û li navçeya Marê li dijî çeteyên dagirker ên dewriyê digeriyan, çar çalakî pêk anîn.

LI EFRÎNÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Li ser çalakiyan daxuyaniyek hate dayin. Li gorî vê yekê, "25'ê Çileyê şervanên me li navenda Efrînê li dijî wesayita ku 5 leşkerên Tirk û çeteyên wan ên koma Sûltan Mûrad tê de bûn, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne, lê belê agahî nehatine destxistin.

LI MEHMÛDIYEYÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

26'ê Çileyê li dijî leşkerên Tirk ên li taxa Mehmûdiye ya Efrînê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI MARÊ LI DIJÎ KOMA ÇETEYAN ÇALAKÎ

26'ê Çileyê, şervanên me li gundê Tuwês ê bajarokê Marê li dijî wesayîta koma çete ya Cebhe el-Şamiye bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayît hate rûxandin, lê belê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehatine bidestxistin.

LI DIJÎ SENGERA ÇETEYAN ÇALAKÎ: ÇETEYE HATE KUŞTIN, 4 ÇETE JÎ BIRÎNDAR BÛN

Roja 26'ê Çileyê komeke me li bajarokê Mareyê li dijî kozikeke çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket. Di encama vî şerî de çeteyê bi navê Diyab Seîd hatiye kuştin çeteyên bi navê Îbrahîm Mihemed Îdrîs, Diya Memûn Neharî, Semir Îbrahîm, Diya Mihemed birîndar bûne."