Li Ebexê terora polîsan: 12 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Ebex a Wanê hevşaredar Leyla Atsak a ku hinceta biryarnameyê mazbataya wê nehatibû dayîn jî tê de 12 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan Tirk vê sibehê li Ebexê girte ser gelek malan. Di operasyonê de herî kêm12 kes hatin destgîrkirin. Hevşaredar Leyla Atsak a ku di hilbijartina 31’ê Adarê de hatibû hilbijartin û bi hinceta ku biryarnameya di hukmê qanûnan de mazbataya wê nehatibû dayîn jî tê de 12 kes hatin destgîrkirin.

Ev kes hatin destgîrkirin: M. Siddik Moraner, Halîl Koç, Kerem Koç, Suleyman Kaya, Hulya Kaya, Nacî Ûtaş, Zeynal Kelaş, Salîh Candeger, Nacî Dorak, Şeref Temel û Nûrî Kizilaslan.