Li dijî êrişên dagirker berxwedana gerîla didome

HPG'ê diyar kir artêşa Tirk bi gazên jehrî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kiriye û got, dagirkeran piştî êrişan xwestine ku bi pêş ve biçin lê bi destwerdana berxwedêrên bêgav mane ku paş ve vekişin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

''31'ê Tebaxê saet di navbeyna 09:00-21:00'an de artêşa TC'ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazan jehrî û 6 caran bi teqemeniyê bombe kirine. Piştî êrîşên ku anîne dagikeran xwestin ku ber bi Qada Berxwedanê ve biçin, li ser destwerdaa berxwedêrên me bêgav mane ku vekişin.

Ji 1'ê Îlonê saet 08:30'an ve Qada Berxwedanê ya Werxelê ye bi gazên jehrî tê bombekirin.

Li ser Qadên Berxwedanê tevgera Drone û balafirên keşfê didome.

31'ê Tebaxê saet 15:55'an gundê Şiyê yê nehyeta Dînartê ya navçeya Akrê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

31'ê Tebaxê saet di navbeyna 23:40-01:00'ê de li xeta Qaşûra ya herêma Metîna tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî rojê derdora gundên Bênava, Dêşîşê û Seraro Yên nehyeya Kanî Masî yê navçeya Amediyê û qadên Kela Qûmriyê, Girê Mozelanê bi helîkoptêrên êrişê û balafirên şer hatiye bombekirin.

31'ê Tebaxê saet di navbeyna 00:00-01:30'î de li Girê Sor, Girê Spî, Girê Slêman, Mervanos, Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî saetan Qada Berxwedanê ya Werxelê bi helîkoptêran hatiye bombekirin.

31'ê Tebaxê seat di navbeyna 00:00-01:00'ê de Şehîd Simko û qada Tîpa T ya herêma Avaşînê û 1'ê Îlonê saet di navbeyna 07:00-07:30'an de qada Saca bi helîkoptêrên êrişê û balafirên şer hatiye bombekirin.''