Li Dîlok û Mêrdînê çalakiyên dayikan didome

Li Dîlok û Mêrdînê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya dayikan didome. Dayik xwedî li çalakiyên zarokên xwe derketin û xwestin bila tecrîd were rakirin.

DÎLOK

Çalakiya nobetê ya ku dayikan dabû destpêkirin di roja 9’an de didome. Dayik li avahiya HDP’ê ya li Şahînbey tên ba hev.

Perîşan Akin a ku diya girtiyê bi navê Bedrî Akin e yê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê de ye, diyar kir ku daxwaza wê ya mezin rakirina tecrîdê ye.

Akin got ku “Kurê min nexweş e û 83 roj in di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye. Heke tecrîda li ser Ocalan were rakirin, wê tecrîda li ser gel û aştiyê jî were rakirin.”

Çalakiya dayikan a li Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî di roja 14’an de didome.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî saziyên wekî ÎHD, OHD, Odeya Tabîban a Mêrdînê, SES û KESK’ê daxuyaniyeke hevpar dan.

Nûnerên saziyan li Parka Karayollari hatin ba hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de rapora li ser girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate eşkere kirin a ku 104 girtî li wê derê di greva birçîbûnê de ne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê daxwazên girtiyan bi cih were.

Piştî daxuyaniyê dayikan bi slogana ‘Bijî berxwedana zindanan’ dest bi meşê kirin lê polîsan xwestin çalakiya dayikan asteng bikin. Ligel ku polîsan zext kirin jî, dayikan di nava parkê de çalakiya xwe domandin.