Li dijî wesayîta polîsan a dewriye digeriya çalakî hat lidarxistin

Bazên Metropolan ragihand ku wan şevê din ji bo bîranîna Berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku Kemal Pîr ê 7’ê Îlona 1982’yan şehîd bû, li dijî wesayîta polîsan a li ser rêya Amed-Xarpêtê dewriye digeriya, çalakî li dar xistine.

Bazên Metropolan ragihand ku wan şevê din ji bo bîranîna Berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku Kemal Pîr ê 7’ê Îlona 1982’yan şehîd bû, li dijî wesayîta polîsan a li ser rêya Amed-Xarpêtê dewriye kiriye, bi çekên ferdî û teqemeniyan çalakî li dar xistiye.

Yekîneyên Tolhildanê Çiyager Hêvî ya Bazên Metropolan bi daxuyaniyekê ragihandin ku şeva 5’ê Îlonê saet 11’ê şevê li dijî wesayîtek a zirxî ya polîsan a dewriye li ser rêya Amed û Xarpêtê dewriye geriyaye bi çekên ferdî û teqemeniyan çalakî li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me çalakî ji bo Kemal Pîr ê fermandarek ji fermandarên efsanewî yê partiya me 7’ê Îlona 1982’yan di berxwedana zindana Amedê de şehîd bû û hemû şehîdên berxwedanê, li dar xist.“

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Bazên Metropolan wê vê bêdengiyê ji holê rakin û dawiyê li polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst a dagirker bînin û got: “Hemû pêkhate, kes û saziyên bi mêtingeriyê re bibin alîkar, silav bidin û ên vê normal bibînin, wê bibin hedefa yekeyên me.“