'Li dijî tecrîdê, îradeya têkoşîna hevgirtî derketiye holê'

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir li ser nîqaşa li nava civakê ya der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Ji bo tevneke têkoşînê ya hevgirtî li dijî tecrîdê bê danîn, îrade diyar bûye."

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî bandora tecrîdê li ser gelê Kurd û asta siyasî ya tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.

Bayindir anî ziman, ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiya wan demeke dirêj e li Kurdistanê bajar bi bajar, navçe bi navçe li nava gel digere, civînan lidar dixin û tecrîdê dikin rojev. Bayindir diyar kir ku ew nîqaşê li ser rê û rêbazên şikandina tecrîdê dikin û destnîşan kir ku ev yek rojeva wan a bingehîn e.

'TECRÎD ROJEVA SEREKE YA KARÊ ME YE'

Keskîn Bayindir bi bîr xist ku gelê Kurd di Newroza 2021'ê de helwest û îradeya xwe ya têkildarî pirsgirêka tecrîdê bi zelalî raxistiye pêş çavan û got, "Gelê Kurd di Newroza 2021'ê de nîşan da ku yekane aktorê meseleya Kurd a sed salî Abdullah Ocalan e û tecrîdkirina Ocalan ti carî qebûl nake. Vê yekê jî berpirsyariyeke cidî daye saziyên tevgera siyasî ya Kurd. Rojeva bingehîn a karê me ev mijar e û wê bi vî rengî jî dewam bike. Ji ber ku gelê Kurd tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nake. Di civînên gel de di serî de siyaseta Kurd li nava gelê Kurd, îradeyeke ji bo avakirina tevneke têkoşînê ya li dijî tecrîdê afiriye."

'KAOS Û FELAKETÊ TIRKIYE FETISANDIYE'

Bayindir ragihand ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hem Kurd, hem jî Tirk ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve bi krîzan fetisandiye û got, "Çavkaniya krîz, kaos û felaketa heyî ya li Tirkiyeyê, tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Çavkanî û enerjiya welêt bi temamî, ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo şer û tundiyê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê divê civaka Tirkiyeê jî li ber tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îradeyê nîşan bide. Rastiya ku di encama nîqaşên berfireh de me derxistine holê ev e."

'TÊKOŞÎNA HEVGIRTÎ'

Bayindir destnîşan kir ku gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê êdî rêveçûna heyî qebûl nakin û got, "Ev yek di helwesta gelê Kurd a li Newroza 2021'ê de hate dîtin. Li Tirkiyeyê jî hêzên cuda yên demokrasiyê li kolanan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê li ber xwe didin. Ya girîng ew e ku ev xeta berxwedanê bibe yek, timî bibe û bigihêje asta encamgiriyê. Desthilatdariya ku bi kiryarên faşîzan hewl dide li ser piyan bimîne, dikare bê hilweşandin. Divê ev yek bê dîtin û têkoşîneke hevgirtî bê meşandin. Ev yek ji bo me DBP'ê wê bibe yek ji meseleyên bingehîn ku dema bê giraniyê bidin ser."