Li dijî qetilkirina Jîna Emînî banga greva giştî hat kirin

Gelek partî û rêxistinan, li dijî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve, banga greva giştî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Komek partî, saziyên sivîl ên civakî û aktîvîstên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve banga greva giştî kir.

PJAK û KODAR’ê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve, bi dirûşmên “Jin jiyan azadî“ û “Şehîd namirin“ bang li her kesê kir ku 19’ê Îlonê roja Duşemê tev li greva giştî bibin.

Partiyên girêdayê Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê û komek partî, saziyên sivîl ên civakî û aktîvîstên ji Rojhilatê Kurdistanê jî banga tevlêbûna greva giştî kir.