Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî hatin kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên hewayî ev agahî da:
"Roja 10'ê Çileyê saet di navbera 19:30-20:00 de, balafirên şer ên artêşa TC derdora gundê Sîda û qada Xeregol a herêma Zapê, saet di navbera 19:00-21:00 de mintiqeya Mervanos a Avaşînê, saet di navbera 20:00-22:00 de quntara Girê Karker ê li herêma Xakurkê bombe kirine."