BI DÎMEN

'Li dijî her cure êrîşan em ê li gel gerîlayan cih bigirin'

Bi sedan ciwanên ji deverên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê ku berê xwe dan Qendîlê daxuyanî dan û diyar kirin ku li dijî her cure êrîşan wê li gel gerîlayan cih bigirin.

Bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li ser gef û êrîşên li dijî gerîlayan kom bûn, îro berê xwe dan Çiyayê Qendîl ê girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ciwanan li Qendîl daxuyaniyek da, diyar kirin ku bi gerîlayan re di nava piştgiriyê de ne.

Di daxuyaniyê de hate bi bir xistin ku gerîla ji Mexmûr bigire heta Kerkûk, Şengal û gelek deverên cuda cuda li dijî êrîşên dijmin şer dikin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Di van şerên li dijî dijminan de jî berdêlên giran bûha û şehîdan jî didin.

Ciwanan destnîşan kirin ku bi ti awayî êrîşên li ser gerîlayan qebûl nakin û îfade kirin ku PKK gerantiya jiyana azad e.

Her wiha ciwanan diyar kirin ku hêzên li Kurdistanê û ne xwediyên wî welatî, divê derbikevin û gerîla li cihê ku pêwîstî pê heye cih girtiye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Li ser vî bingehî divê Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê hêzên dagirker ên dewleta Tirk li ser van xakan bikin der. Em bi ti awayî rê nadin ku hêzên dagirker li ser vê xakê bimîn û bêrûmetiyê li vê xaka kû bi xwîna şehîdan hatiye avdan bikin. Yên ku dibêjin PKK dixwazin li ser van xakan desthilatdariyê bimeşîne, bila li dijî hêzên dagirker ên xaka Başûrê Kurdistan dagir dikin, her roj xaka me bomberdûman dike, sivîlan qetildikin û desthilatdariya Başûr dane ber çavên xwe derkevin û li dijî wan berxwedanê bikin. Tevî ku hêzên dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer bomerdûman dike û welatiyên sivîl qetil dike, heta niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê tenê gotinek jî nekiriye û bertekek diyar jî raber nekiriye."

Herî dawî hat diyar kirin ku Qetndîl Kelha Kurdistanê ye û wiha hate gotin: "Gerîla hêz yekaneye ku tevahî Kurdistanê diparêzin. Ji bo vê jî em didin nîşandan ku li gel hêzên gerîla cih digirin."