'Li dijî êşkenceya li girtîgehan pêwîstî bi helwesteke hevpar heye'

Endamê OHD'ê Firat Taşkin diyar kir ku li dijî polîtîkayên zext û êrîşa li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan, divê rêxistinên sivîl ên di warê hiqûq û mafan de dixebitin, bi helwestek hevpar tevbigerin.

Êrîş û polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî roj bi roj zêdetir dibin. Rêveberiyên girtîgehan her roj bi pêkanînên nû li ser girtiyan ferz dikin. Ligel ku cezayê hin girtiyan qediyaye jî, ji bo neyên berdan cezayên cuda pêk tînin, derketina wan tê astengkirin, tedawiya wan nayê kirin û her wiha terkî mirinê tê kirin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Firat Taşkin, li ser pêkanînên dijmirovahî yên rêveberiyên girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Taşkin anî ziman ku zextên ji aliyê derdorên siyasî yên niha ve tên afirandin li girtîgehan jî xwe dide der û got ku ji ber vê rewşê heyî zext û binpêkirina mafan zêde bûye.

LI GORÎ ATMOSFERA SIYASÎ NÊZÎK DIBIN

Parêzer Taşkin da zanîn ku binpêkirinên mafan wek pergaleke veguheriye êşkenceyê û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku êşkence ne tenê pêkanînekî fizîkî ye. Ji aliyê sosyolojîk û psîkolojîk ve jî tê kirin. Mafê herî girîng û bingehîn, mafê jiyanê, di bin siya polîtîkayên ewlehiyê yên girtîgehê de ye. Girtiyên nexweş ên ku bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, ji ber zextên li girtîgehê nayên dermankirin û ji bo dermankirina wan hewreke guncaw nayê avakirin. Daxwazên girtiyan ên ji bo taloqkirina cezayê girtîgehê bi raporên saziyên tiba edlî ku bi ti awayî nayên kontrolkirin û li gorî atmosfera siyasî ya heyî raporên ne adil û bêalî derdixin.”

DEMA ÇÛNA NEXWEŞXANÊ LÊGERÎNA TAZÎ TÊ FERZKIRIN

Parêzer Taşkin bi bîr xist ku di sala dawî de 48 girtiyên nexweş di encama polîtîkayên êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Tevî ku her roj girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin jî, bi qasî 1500 girtiyên nexweş ku jiyana wan di xeteriyê de ye hene. Girtiyên ku daxwazên wan ên herî lezgîn ên tedawiyê hene jî, di wextê xwe de nayên bicihanîn.Li ser çûn û hatina nexweşxaneyê lêgerînên tazî tên ferzkirin.”

GIRTÎGEH VEGUHERIYE CIHÊN ÊŞKENCEKIRINÊ

Parêzer Taşkin anî ziman ku girtîgeh ne hawirdorên paqijin û ji bo girtiyan xwarina bi têr û baş tune ye û ev tişt parve kir: “Ji ber ku pêwîstiya girtiyan bi vîtamînê nayê peydakirin, ava germ kêm e û gelek binpêkirinên bi vî rengî îhtîmala ku girtiyan bi nexweşiyên kronîk û mayînde bikevin, zêde dike. Zextên ku girtîgehan vediguherînin êşkencexaneyê, xwe di aliyê sosyolojîk de jî dide hîskirin. Weke ku tê zanîn girtî bi awayekî keyfî sirgûnî bajarên ku ji malbatên wan dûr tên kirin. Dîsa mafên çalakiyên civakî yên girtiyên ku ji malbatên xwe tên îzolekirin nayên bikaranîn. Zextên sosyolojîk ên van polîtîkayan dibin sedema texrîbadek mezin.”

BI KAMERA TÊN TECÎZKIRIN

Parêzer Taşkin diyar kir ku li ser girtiyên ku di her gavek wan de bi gefa dîsîplînê rastî zextên psîkolojîk tên, polîtîkaya tecrîdê tê meşandin û got, “Wekî ku di biryarên rêveberî û lijneya çavdêriyê de jî tê dîtin, berdana girtiyên ku ferzkirina poşmaniyê ya bê hiqûqî qebûl nakin, tên şewitandin. Mafê herî bingehîn ê girtiyan ku mafê beşdarbûna çalakiyên civakî ye, nayê qebûlkirin. Ji ber van polîtîkayên ku hewl didin girtiyan tecrît bikin, rojname û kovarên bi kalîte nayên dayîn, gihandina pirtûkan jî bi hin hejmaran tê sînordarkirin. Bi kamerayên li qawişan bi cih kirine girtiyan tacîz dikin. Ji ber vê yekê di encama zextên derûnî yên bi vî rengî de hewl tê dayîn girtî weke ferdekî bê nasname ji jiyanê bên dûrxistin.”

DIVÊ HELWESTEK HEVPAR ÇÊBE

Parêzer Taşkin da zanîn ku girtî li hemberî van hemû zextan bi awayekî ferdî serî li rêyên edlî û îdarî didin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyên ku di bin gefa disîplînê de ne, lêpirsînên disîplînê yên li dijî wan hatiye vekirin, di nava çend mehan de bi dawî dibe. Lê îtîrazên girtiyên ku li hemberî zextên ku me behs kirin dikin an jî li dijî zextan serî li giliyê didin, bi derengî encam dibin. Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê gelek caran îtîraz û gilî tên paşguhkirin. Gelek caran biryarên berê ji aliyê rêveberiyan ve nayên bicihanîn. Pêkanîna tedbîrên edlî û îdarî yên girtiyan ji zilmê re çareseriyên mayînde nayne. Ji bo vê jî divê saziyên sivîl ên di qada hiqûq û mafan de xebatê dikin, bi helwesteke hevpar tevbigerin û raporên xwe bi saziyên mafên mirovan û yekîneyên darazê re parve bikin. Li dijî van zext û polîtîkaya bêcezakirinê divê raya giştî bê avakirin.”