Li dijî êrîşên dagirker ên li ser Başûr helwest zêde dibe

Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê helwest zêde dibin.

Êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê û komkujiya daristanan li Başûr bû sedema nerazîbûnan.

Endamê berê yê Komîteya Rêveber a PDK'ê û heta 2019'an berpirsê Silêmanî Edhem Barzanî piştî ku aşkere kir ew di şertên dagirkeriyê de najî, bû sedem ku ji Hewlêrê veqete.

Li gel ku gelê Kurdistanê ev du roj in vê helwesta Edhem Barzanî diaive jî çapemeniya PDK'ê xwe kerr û kor dike.

Parlamenterê PDK'ê Rêwind Hirorî komkujiya daristanan a li Metîna, Hiror û Derarê ya bi destê dewleta Tirk anî rojevê.

Wezaretên Çandiniyê yên Bexda û Hewlêrê li ser talankirina daristanan helwest nîşan ddan .Her du wezaran daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, ''ev helwesteke bi dijminatî ye''. Di daxuyaniyê de hate gotin şîrketên Tirkiyê li gel cerdevan, leşker û çeteyan li ser sînorê Behdînanê daristanan dibirin, daran li qemyonan bar dikin û dibin Tirkiyê û ev jî ''tehrîbkirina sirûşta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Li dijî gelê herêmê û hemû gelan gaveke bi dijminatî ye. Em ji hikûmeta Tirk dixwain ku demildest dawî li vê kirinê bînin. Di serî de NY, em bang li saziyên navnetewî dikin ku têkilî mijarê tevbigerin.''

Endamê Komîteya Siyasî ya Komeleya Îslamî Muhammed Hekîm jî helwest nîşan da û got, ''Tişta ku leşkerên Tirk îro li Kurdsitanê dike, li dijî xaka me û ava me zilmeke mezin e. Mixabin hikûmeta Iraqê û herêmê xwedî li biryara li ser vê mijarê dernakevin, xak, daristan, av û gelê me naparêzin.''

Parlamenrên Komala Îslamî Soran Omer, ku PDK ew ji parlementiyê xist, got dewleta Tirk bi êrîşên dawî dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û ti caran ji deverên ku dagir kiriye wê dernekeve.

Parlamenterê PDK'ê Aras Heso Mîrxan jî got, ''Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û li dijî tinekirina daristan, sirûşta me divê hemû partî ,gel û em bi hev re dengê xwe rakin.''

Hêvîdar Ehmed ku di hilbijartina dawî de ji PDK'ê bûyî parlamenter li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got, ''Hêzên çekdar ên Tirk darên Behdînanê didizin. Li gorî belgeyên di dest me de hêzên çekdar ên Tirk li herêma Sindî ya Zaxoyê daristanên me dibirin û dibin Tirkiyê. Hin darên ku birî ne temanê xwe 100 sal in .Dewleta Tirk hemû daristanên li Sînaht, Mêrga Şîş, Kelo, Masî Sîndar yên herêma Sindî birîne. Hikûmeta me bi rêyên dîplomatîk û siyasî divê vê rewşê bide sekinandin.''

Nivîskarekî Îslamî Mahmût Yasîn Kutbî jî got qetilkirina daristanan û birîna darên zeytûnên Efrînê, ti ferqa wan ji birîndar zeytûnên Qudsê nîne.

Ji bernamekarê Kurdsatê Zana Hesen jî got bi şertê ku PDK li ser desthilatê bimîne sînroên Başûrê Kurdistanê ji bo ku her tiştî bike ji Tirkiyê re hatiye vekirin.

Li gel ev qas geşedana jî ji bilî helwesta Rêwing Hirorî di çapemeniya PDK'ê de nehate dîtin, ji ber bêdengiya medyaya PDK'ê ya li ser êrîşên dagirker ên Tirk li ser medyaya dijital helwesteke tund li dijî organên çapemeniya PDK'ê heye.